Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders dibêje ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar kir ku hevdîtina ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin li Qesra Sipî pêk were.
Sanders herwiha diyar kir ku ew pêşniyar di axaftina telefonî ya 20ê Adarê ya navbera her du rêberan de hate kirin. Trump piştî axaftinê got ku ew hêvîdar e ku di siberojeke ne gelek dûr de bi Putin re hevdîtinekê bike.
Berdevkê Kremlînê Yuriy Ushakov dabû zanîn ku Trump, Putin vexwendiye Qesra Sipî.
Ushakov dîyar kiribû ku jiber kêşeya di navbera Rûsya û Amerîka de, hevdîtina her du serokan ‘’ji her tiştî girîngtir e’’ û gotibû ku dema hevdîtinê hîn eşkere nebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin