Serokê PAKê peyameke sersaxiyê belav kir

xwe bi hevparê xema gelê Kurdistanê dizane
کوردستان TV
100%

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk li ser wefata Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir.

Peyama Serokê PAKê Ozçelîk wiha ye: ‘Rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî yê birayê Rêzdar Nêçirvan Barzanî, kurê nemir Îdrîs Barzanî, nevîyê Mele Mustafa Barzanî yê nemir, roja 02.04.2018n ji ber celteya dilî çû ber dilovanîya Xwedê.

Weke mirovekî ku ji nêz ve wî nas dikim, ez ji ber wefata rêzdar Kak Dilovan Barzanî gelekî  xemgînim.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî bihuşt be.

Sersaxîyê ji Rêzdaran Mesûd Barzanî, Nêçirvan Barzanî , ji hemû malbata wan û ji gelê me re dixwazim.’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.