Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî bi minasebeta koça dawî ya birayê Serokwezîrê Kurdistanê Dilovan IdrîsBarzanî peyameke sersaqiyê pêşkêşî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û malbata vî kir.
Ebadî bi rêya telefonê hevxemiy xwe bo Barzanî û malbata wî nîşan da û hêvî xwest xwedê mezin, xwedêyê jê razî bi beheşt berîn şad bike.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Ebadî kir ji bona vê pêwendiyê û hevxemiya wî.
Dilovan Barzanî 52 salî birayê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistan roja Duşem 2018/04/02 li Hewlêrî wexera dawiyê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin