Hêzên Îraqî nikarên ewlekariya bajêr biparêzin.
Di vê derbarê de Peyvdarê asayîşa Kerkûkê Ferhad Heme Elî ji Kurdistantvê re ragehand ku ew demeke ku çekdarên DIŞIê kiriyarên xwe yên çekdarî û terorîstî li Kerkûk û derdorê zêdetir kirine.
Ferhad Heme Elî herwiha diyar kir ku niha tirsa vê yekê heye ku ew kiriyarên DIŞIê hîn zêdetir bibin û rewşa ewlekariya Kerkûk û derdorê bi yekcarî têk biçe.
Heme Elî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku hêzên ewlekarî û leşkerî yên Îraqê nikarên ku asayîş û ewlekariya Kerkûk û derdorê biparêzin jiber ku ew deverê nas nakin û ti kesek jî ne amadeye di warê îstîxbaratî de zaniyarî pêşkêşî wan bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin