Jiber boykotê nexweş neçarên berê xwe bidin Hewlêrê.
Jiber boykot kirina karmendên tendirostî û nûjdaran, li Silêmanî û derdorê, nexweşên ku nîştecîhên wan deveranên rastî astengiyên mezin tên.
Nexweşên Silêmanî û derdorê bo wergirtina çareseriya nûjdarî neçarên ber xwe bidin nexweşxaneyên Hewlêrê û li li Hewlêrê dermana xwe bikin.
Jiber boykot kirina heta niha hijmareke zêde ji nexweşên Silêmanî û derdorê berê xwe dane Hewlêrê û li wir ji aliyê nûjdaran ve hatine dermankirin.
Nexweş û şêniyên Silêmanî û derdorê daxwaz ji karmendên tendirostiyê dikin ku jiber selametiya xelkê dawî li baykotê bînin û vegerên ser karên xwe.
Weke tê zanîn ew nizîkî hefteyekê ye ku li Silêmanî hem karmendên perwerdehî û hem jî karmendên tendirostî naçin ser kar û boykot kirina û daxwaza mûçeyên xwe dikin û hikûmeta Kurdistanê jî soz daye ku mûçeyan di dema xwe de bide karmendan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin