Netenyahu bersiva Erdogan da: Em dersa exlaq ji kesên sivîlan bombebaran dikin nagrin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bersiv da Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û got, "Artêşa herî bi exlaq ya cîhanê wê ji yekî ku cudahiyê naxe navbera sivîlan dersa exlaqê negire."
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî kuştina 15 filîstîniyan li ser sînorê Xezeyê rexneyên tund li dewleta Îsraîlê kiribûn. Li ser wan rexneyên Erdogan Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser tora xwe ya civakî twetterê bersiv da Erdogan û ragehand:
"Artêşa herî bi exlaq ya cîhanê, dê ji yekî ku ev bi salane bêyî cudayî bixe navbera sivîlan bombebaran dike, dersa exlaqê wernegire. Wisa xuya dike ku roja 1ê Nîsanê li Enqereyê wisa pîroz dikin."
Netnayahu beriya niha jî gotibû, "Erdogan kurdên sivîl bombebaran dike."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin