Amerîkayê careke din pesnê Pêşmerge dide

Serokwezîr û şandeke Amerîkî behsa hin mijaran kir
کوردستان TV
100%

Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya li dijî DIŞIê li Iraqê General Walter Payet ragihand ku wek xelkê Kurdistanê hemû dinya şanaziyê bi serkeftinên Pêşmerge li dijî DIŞIê dike û ev şer ji bo hemû mirovahiyê bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Walter Payet û Serkonsolosê Amerîkayê li Hewlêr Ken Gross kir.

Li gor malpera hikûmeta Kurdistanê di hevdîtinê de li ser hevkariya dualî ya Hewlêr-Washington, başbûna têkiliyên di navbera Hewlêr-Bexdayê de û mijarên herêmî hatin axaftin.

Walter Payet di hevdîtinê de behsa şerê Pêşmerge yê li dijî DIŞIê kir û anî ziman ku Pêşmerge di vî şerî de serkeftinên mezin bi dest xistin û ev şer ji bo hemû mirovahiyê bû.

Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya Amerîkayê kir ku piştevana wan bûye û got ji bo penaber vegerin ser malên xwe divê rêgeçareyek were dîtin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.