Cîgirê parêzgarê Mûsilê ragihand, heta niha ne kurd û ne jî mesîhî venegeriyane Mûsilê tenê ereb vegeriyane.
Ji ber şerê DIŞIê beşek mezin ji xelkê Mûsilê bi taybet kurd û mesîhî ji bajêr koçber bibûn. Cîgirê parêzgarê Mûsilê Ebdulqadir Şingalî diyar kir ku li Mûsilê yên ku herî zêde ji ber şerê DIŞIê mexdûr bûne, mesîhî û kurdên êzîdî û şebek in.
Ebdulqadir Şingalî her wiha got, piştî ku Mûsil hat azadkirin beşek ji erebên bajêr vegeriyan û heta niha jî vegeriyana wan didome lê hîn kurd û mesîhiyên bajêr venegeriyane ser cih û warê xwe.
Cîgirê parêzgarê Mûsilê anî ziman, eger kurd û mesîhî vegerin bajêr jî mîna berê nikarin bi hêsanî bijîn, şert û mercên jiyanê li Mûsilê bo kurdan û mesîhiyan gelekî zehmet bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin