Li ser rêya navbera Mûsil û Rebîeyê xala kontrolê danîbûn.
Jêderek li Nînowayê ragihand ku berbanga îro çakdarên DIŞIê kincên leşkerên Îraqê li xwe kirine û li ser rêya navbera Mûsil û Rebîeyê xaleke kontrol kirinê danînbûn.
Ev çakedarên DIŞIê yên ku hatûçûya xelkê kontrol kirine, li gel artêşa Îraqê rastî pevçûnê tên û di encama pevçûnên han de herî kêm 5 leşkerên Îraqî hatine kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûne.
Derbarê çekdarên DIŞIê de jî heman çavkanî diyar kir ku piştî pevçûnê çekdarên DIŞIê ji deverê reviyane û çûne cêyeke nediyar.
Weke tê zanîn ew demeke li Enbar, Nînowa û hin deverên din yên Îraqê çekdarên DIŞIê dubare dest bi çalakiyên leşkerî kirine û leşker û polîsên Îraqî dikujin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin