Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê nû yê hêzên hevpeymanan li Îraqê civiya.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê nû yê hêzên hevpeymanan li Îraqê general Walter Piatt û şandeke pê re kir.
Di civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û Fermandarê hêzên hevpeymanan behsa pêşhatên dawî yên li deverê, berdewamiya hemahengiya navbera her du aliyan di şerê dijî terorê û pêşxistina têkiliyên navbera her du aliyan kir.
Di beşeke din ya vê civînê de Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji bo general Walter Piatt xwest û tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan bi tevahiya karînên xwe ve di eniya şerê dijî terorê de dimîne.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de dilgiraniya Kurdistanê li hember dubare çalak bûna terorîstan li hin deverên Îraqê û deverên Kurdistanî yên dagîrkirî diyar kir û got: Lazime bilez bi hemahengî û hevkariya Kurdistan, hêzên navnetewî û Îraqê rewşa wan deveran were normalkirin û tevahiya wan sedemên siyasî, îdarî û abûrî yên ku bûne rêxweşker bo dubare çalakbûna terorê û geşe kirina tevgerên terorîstî werin ji navbirin.
Di berdewamiya civînê de Fermandarê nû yê hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraqê general Walter Piatt diyar kir ku hevpeymaniya cîhanî li ser hevkarî û hemahengî kirin li gel Kurdistan û hêzên pêşmerge berdewam dibe û got: Kurdistan xwedan pêgeheke girînge û faktereke serekî ya aramiyê ye li deverê de ku ev yek jî cêyê rêzdariya hevpeymaniya cîhaniye.
Walter di dawiya axaftinên xwe de hêvî xwest ku bi hemahengî li gel tevahiya aliyan pêşiya dubare serî hildana teror û tundûtîjî were girtin û serkeftin di şerê dijî terorîstan de bi serkeftina aştî û aramî dawî were.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin