Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê: Em beşdarî xwepêşandanê nabin

sendîkaya nûjdarên Kurdistanê dibêje me dawî bi xwepêşandanan aniye
کوردستان TV
100%

Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê, di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku ew tevlî xwepêşandanên nerazîbûnê nabin.

Di daxuyaniya sendîkayê de tê gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva nerazêtiyan daye, jiber wê yekê ew radigehînin  ku îro Çarşemê tu xwepêşandanek nabe.”

Sendîkaya Pizîşkên Kurditsanê herwiha dibêje: “Bi hestkirin  bi berpirsatiyê û riftakirin weke saziyeke yasayî li Herêma Kurdistanê, ew pizîşkan piştrast dikin ku daxwaz û nerazîtiyên wan cihê xwe girt û li gorî bersiva Hikûmetê, wê pirraniya pirsgirêkên mûçeyîn wan bêne çareserkirin.”

Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê berê ragihandibû ku ew piştevaniya daxwazên mamosta û karmendên tendirûstiyê dikin û dê tevlî xwepêşandana bibin.

Ew çend roj bûn, ku ji ber rewşa xirab a darayî û li dijî sîstema kêmkirina mûçeyan, beşek ji mamosta, fermanber û kadroyên pizîşkî yên nexweşxaneyan xwepêşandanên nerazîbûnê li bajarên Herêma Kurdistanê birêve dibirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.