Brîtanya dest ji Kurdistanê nakişîne

Serokwezîr li gel şandeke Brîtanî civiya
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Brîtanî civiya.

 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Serokwezîra Ingîltereyê Theresa May ku di heman demê de Serekşêwirdarê Berevaniya Ingîltereyê li Rojhilatanavîn John Lorîmer û şanda ligel wî li Hewlêrê pêşwazî kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokwezîrtiyê hat dayîn di hevdîtinê de Balyozê Ingîltereyê li Bexdayê John Wilks, konsolosê Ingîltereyê li Hewlêrê John Sharp û komek dîplomatên Ingîlîz û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubaf Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Huseyin cih girtin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo di têkoşîna li hember DIŞIê de piştgirî da spasiya Ingîltereyê kir û xwest ku ev hevkarî û arîkarî bidome.

Lorîmer jî pesnê Pêşmerge da û got dê hevkariya eskerên welatê wî û Kurdistanê bidome û Brîtanya jî dê piştevaniya Pêşmerge bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.