Rêveberê Sîdekanê: Hêzên tirk heta 15-17 kîlometroyan ketine nav axa Kurdistanê

dixwazên operasiyon li deverê de bikin
کوردستان TV
100%

Ev zêdetirî mehekê ye tê gotin ku hêzên dewleta tirk ketine nav axa Herêma Kurdistanê û herî dawiyê şeva borî balafirên şer yên artêşa tirk careke din zêditirî 2 saetan li ser asîmanê nahiyeya Sîdekanê ya bi ser qezaya Soranê ve li nêzikî sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê geriyaye û hin dever jî bombebaran kiriye.

Di derbarê mijarê de rêveberê nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û got, "Îşev balafirên şer yên artêşa tirk di saet 8an de li esmanê Sîdekanê geriyan û Xakûrk, Geliyê Reş, Bermêze, Darîziyan û çend deverên din bombebaran kirin."

Çelebî destnîşan kir ku balafirên tirkiyeyê nêzî gundê Darîziyanê bombebaran kir ku ew gund ava ye û xelk têde ye û ev tişt gotin, "Lê em bi siûd in ku bombebarankirina balafirên tirk hîç zirar û ziyaneke canî û madî nedaye wan, lê em nizanîn çend gerîlayên PKKê zirar ditîne."

Îhsan Çelebî ragihand ku piraniya ew deverên ku balafirên tirk îşev bombebaran kirin, bev ji bo demeke pir dirêj e tên terikandin û endamên PKKê têde ne.

Rêveberê nahiya Sîdekanê li ser ketina hêzên artêşa tirk ya nav axa Herêma Kurdistanê jî got, "Hêzên tirk li hinek cihan ji 15an heta 17 kîlometroyan ketine nava xaka Herêma Kurdistanê û li nêzikî gundê Hêşime zalgehek anku xaleke vekolînê li ser cadeyê danîne û ji bo dema 3 rojan dibe pêşketina hêzên tirk ya li nav xaka Herêma Kurdistanê de rawestiyaye. Lê hatina wan hêzên tirk niha metirsî li ser herdû gundên Hêşime û Bermîzeyê çêkiriye, ji ber ku di wan gund de xelk dijî û ditirsin ku bikevin ber êrişên hêzên tirk û gerîlayên PKKê."

Çelebî li ser derketina şer di navbera hêzên tirk û endamên PKKê de li wê deverê, ev tişt anîn ziman, "Tenê ev 3 roj ne tê de, beriya niha her roj û şev gerîlayên PKKê êriş dikire ser hêzên tirk û şerên giran diqewimîn û piştre gerîlayên PKKê vedikişyan û hêzên tirk jî hemû dever didan ber top û bombeyan ji tirsa êrişên PKKê."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.