Balefirên Tirkiyeyê devera Şêladizê bordiman kirin.
Di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bi hinceta hebûna PKKê bo cêyên welatiyên medenî li Başûrê Kurdistanê, îro careke din balefirên artêşa Tirkiyeyê bi tundî hin navçeyên ser bi devera Şêladizê bordiman kirin.
Di encama bordimana balefirên Tirkiyeyê de pira Şaca ku pireke serekiye li deverê de û çend gund û navçeyan bihevre girê dide, hatiye rûxandin.
Herwiha bordimana balefirên Tirkiyeyê bûye sedema fikar û tirsa şêniyên deverê û daxwaz dikin bilez çareseriyek ji vê arîşeyê re were dîtin.
Hêjayê gotinêye ku di rojên derasbûyî de jî li Balkatê û Şêladizê çend welatî jiber bordimana balefirên Tirkiyeyê şehîd bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin