Parlementerekî Îraqî dibêje ti cudatî di navbera Erdogan û DIŞIê de tuneye.
Parlementerekî parlementoya Îraqê yê ser bi lîsteya dewleta qanûnê bi navê Mensûr Elbeêçî diyar kir ku ti ferq û cudatî di navbera Erdogan û DIŞIê de tuneye û her du ji wan du rûyên yek dirawêne.
Mensûr Elbeêçî herwiha diyar kir ku lazime hikûmeta Îraqê her bi heman awayî û oslûba Tirkiyeyê bersifa hikûmeta Tirkiyeyê bide.
Elbeêcî herwiha eşkere kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ji tiştekê fêm nake ji bilî zor û zimanê zorê nebe lewre lazime Îraq jî bi heman zimanê li gel Erdogan baxeve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin