Pûtîn li gel Emîrê Qeterê civiya

Rûsya û Qeter têkiliyên xwe bihêztir dikin
کوردستان TV
100%

 

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî du salakn bi emîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamad el Sani li Moskowayê hevdîtin pêk anî.

Ji aliyê Kremlînê ve hat ragihandin kû Pûtîn emîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamad el Sani li Moskowayê hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina ku piştî du salan pêk hat de mijara Sûriyê hat axaftin.

Pûtîn jî di derbarê hevdîtinê got ku: Peywendiyên di navbera herdu welatan de her diçe xurt dibe. Em her tim bi we re di têkiliyê de ne. Sala çûyî danûstendina di navbera me de mezintir bû. bi gelek awayan têkiliyê me xurttir dibin.

Şêx Temim jî destnîşan kir ku "ez jî kelek kêfxweş im ku li Rûsyayê me. Ev du sal e ku em hevdîtinan nakin lê dîsa jî têkiliyên me xurttir bûn. Herdu welat bi peywendiyên xurt û bi baweriyek mezin em ê têkiliyan bidomînin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.