Du grûbên cîhadî ên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrînê bi hev ketin, di encama pevçûnan de 7 milîs hatin kuştin.
Du grûbên cîhadî ên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrînê bi hev ketin, di encama pevçûnan de 7 cçhadî hatin kuştin û zêdetirî 130 cîhadî jî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatin binçavkirin.
Pevçûn di navbera grûba Tuxaya El Hemze ku demekê Amerîkayê piştgiriya wan dikir û Ehrar El Şerqiye de derketiye.
Saziya Mafê Însanî ya Sûriyeyê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) ji bo girtina endamên grûba Tuxaya El Hemze dîrektîf daye Ehrar El Şerqiyeyê. Herwiha li ser medya civakî jî wêneyên endamên Tuxaya El Hemze ku hatine girtin têne belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin