Şandeke Tirkî û Rûsî bi mijara Efrînê li Îmraliyê serdana Ocalan kiriye

Kereyilan dibêje Ocelan daxwaza tirkiyeyê qebûl nekiriye
کوردستان TV
100%

Endamê Komîteya Birêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragihand ku bi mijara Efrînê şandekê serdana girava Îmraliyê kir û bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re civiya. Karayilana got,"ji ber ku Ocalan daxwazên şandê nepejirandine, sîstema îşkencedanê li ser wî hat zêde kirin."

Endamê Komîteya Birêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragihand ku bi mijara Efrînê şandekê serdana girava Îmraliyê kir û bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re civiya. Karayilana got,"ji ber ku Ocalan daxwazên şandê nepejirandine, sîstema îşkencedanê li ser wî hat zêde kirin."

Endamê Komîteya Birêvebir ya PKKê Murat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re, ku nêzîkî PKKê ye got: "Tirkiye û Rûsya, ji bo rawestandina berxwedana Efrînê bi hevre rêketineke stratejîk kirin. Bi vê mebestê bi şandeke hevbeş serdana Îmraliyê kir û ji Ocalan xwestin ku berxwedana Efrînê rawestîne, lê rêber Apo ew yek red kiriye, wan jî sîstema îşkenceyê li Îmralî zêde kirin."

Karayilan diyar kir ku ev zanyarî didin xuyakirin ku "dijmin beramberî berxwedana gelê me ketiye tengaziyê, ji bo bikaribe wê berxwedanê bişkîne hemû rê û rêbazan bi kar tîne, di rojên pêş de jî, em ê hin zanyariyên din jî belav bikin."

Karayilan: "Zanyariyên nû li ser rewşa Ocalan li cem me ne, lê ez naxwazim hemûyan eşkere bikim, ji ber ku pêwîst e rêvebirên tevgera me bi awayekî fermî nivîs û daxuyaniyan li ser wê yekê belav bikin û hemû gelê me agahdar bikin"

Komîteya Astengkirinê ya Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) demek berê derbarê rewşa girtîgeha Îmraliyê de raporek amade kiribû û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kiribû ku ji bo pêkanîna hevdîtinên girtiyên wê girtîgehê û malbatên wan gavên pêwîst werin avêtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku CPT rêxistineke Konseya Ewrûpayê ye û navenda wê li bajarê Strasbourgê ye. Rêxistin di warê girtîgeh û şertên girtinê yên li tevahiya Ewropayê de referanseke girîng e û ji Adara 1999an û vir ve ev 7 car in ji bo Abdullah Ocalan serdana Girtîgeha Îmraliyê dike.

 

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.