Xwendekarên duh Erdogan hedef nîşanda îro binçavkirin

li Tirkiyeyê kes nikare hizira xwe diyar bike
کوردستان TV
100%

Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan piştî ferman da û xwendekarên zanîngehê wekî "Terorîst" û "Komînîst" nîşan dan, polîsan bi ser gelek malên xwendekaran û wargeha xwendekaran de girt û 3 endamên Koma Fikrên Marksîst binçav kirin. Der barê 8 xwendekarên din de jî biryara binçavkirinê heye.

Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan di kongreyên partiya xwe ya Samsûnê de xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên pankart vekiribûn wekî "Terorîst" û komînîst" nişan dan û diyar got: "Em destûr nadin xwendekarên komînsît li zanîngehê bixwînin" û xwendekar kir hedef.

Xwendekaran bersiv dane daxuyaniyên Serokomarê Erdogan got, rexnekirina polîtîkayên dewletê ne porpagandaya terorê ye.

Piştî Tayyip Erdogan xwendekar kirin hedef, polîsan bi ser gelek malên xwendekarên Zanîngeha Bogaziçî û wargeha xwendekaran de girt û gelek xwendekar binçavkirin.

Li gorî agahiyan Endamên Koma Fikra Marksist (MFT) 3 xwendekar hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku navê 8 xwendekarên din ji di lîsteya polîsan de heye ku wan binçavbikin. Hat diyar kirin ku dibe hêjmara xwendekarên bên binçavkirin zêde bibe. Ji 19'ê Adarê heta niha 7 xwendekar hatin binçavkirin. Ji 7 xwendekarên hatin binçavkirin jê 4 xwendekar endamên Koma Fikra Marksist e.

Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, 6 xwendekarên di 19’ê Adarê de, li dijî belavkirina “Loqima Efrînê” derketibûn û gotibûn “Loqima komkujî û dagirkirinê nabe” di derketina kampusa 3’yemîn de hatibûn binçavkirin.

Di 20'ê Adarê de jî di serdegirtinên malan de Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Federasyona Kulûbeya Fikir Şafak Kuçuksezer û 2 kesên din hatibûn binçavkirin. Di 22'ê Adarê de jî li Zanîngeha Bagazîçî xwendekarên xwestin binçav kirina hevalên xwe di nava Kampusa Guney de şermezar bikin rastî mûdaxileya polîsan hatibûn. Polîsan di mudaxalaeyê 7 xwendekar binçav kiribûn. Xwendekarên ku hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wan hatibû girtin serbest hatibûn berdan.

Erdogan duh xwendekar kirin hedef û piştî Erdogan kirin hedef polîsan şevê din dîsa bi ser malên xwendekaran de girtin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.