Hikûmet daxwaz dike PKK di nava gundan de derkeve.
Piştî ku şeva derbasbûyî jiber bordimana balefirên şer ya artêşa Tirkiyeyê li devera Çomanê 4 welatiyên medenî şehî bûn, hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Di vê derbarê de Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî hevdem li gel vê yekê ku dilgiraniya xwe ya li hember şehîd bûna welatiyên medenî diyar kiriye, rexne li êrîş kirine ser welatiyên medenî ji aliyê Tirkiyeyê ve kiriye û daxwaz ji Tirkiyeyê jî dike ku bi ti awayî welatiyên medenî neke armanca êrîşên xwe.
Sefîn Dizeyî herwiha diyar kiriye ku mixabin di dema ku welatiyên Kurdistanê pêşwaziya cejna Newrozê kirine, şeva derbasbûyî bi hinceta hebûna endam û bargehên PKKê artêşa Tirkiyeyê êrîş kiriye û çar welatiyên medenî şehîd bûne.
Dizeyî herwiha daxwaz ji PKKê jî kiriye ku baregeh û navendên xwe nêzî gund û cêyên xelkê medenî dûr bixe daku xelkê medenî nebin qurbaniya êrîşan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin