Wefîq Sameray: Tirkiye nikare êrîşê ser Şingalê bike

Şêwirmendê Serokkomarê berê yê Îraqê dibêje tirkiye nikare êrîşî Şingalê bike
کوردستان TV
100%

Berpirsê îstixbarata leşkerî ya rejîma berê ya Beesa Iraqê ji bo îhtimala êrîşên dewleta tirk yên li ser Şingalê diyar kir ku Tirkiye nikare êrîşê ser devera Şingalê bike û ji bo sedema vê yekê jî got, "Rewşa li Sûriyeyê didome ji rewşa Iraqê gelekî cuda ye û ev ne karekî lojîkî ye."

Berpirsê îstixbarata leşkerî ya rejîma berê ya Beesa Iraqê û herwisa şêwirmendê karûbarên leşkerî yên serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî li Londonê Wefîq Sameray ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Rast e hikûmeta lraqê naxwaze bi Tirkiyeyê re rûbirû bibe û têkiliyên xwe têk bibe, lê eger Tirkiye êrîşê ser devera Şingalê bike, vê carê Bexda tenê bi şermezarkirinê namîne, ew ê dest bi bizavên tundtir bike û stratejiya Tirkiyeyê bixe kolaneke pir teng û wê di asta navdewletî de Tirkiyeyê hevrişê nerehetiyeke mezin bike. Lê dibe ku Tirkiye her wekî berê hin êrîşên sînordar pêk bîne ku hin bandorên wê yên mezin nebin."

Wefîq Sameray daxuyand ku Edrogan guh neda Serokê Amerîkayê Donald Trump û êrîşê ser kantona Efrînê kir: "Piştî şerê 2 mehan dikarîbû têketa nav Efrînê û rê li ber firehbûna dethilata kurdî ya li Surİyeyê bigire û niha gefa li ser Minbicê dixwe lê Minbic ne karekî hêsan e, ji ber ku dibe li gel Amerîkayê rastî şer were."

Semarey ji bo gefxwarinên Erdogan li dijî Şingal û Qendîlê jî got, "Erdogan di keyfa serketina Efrînê de ew gotin kirin û niha ne kurdên Iraqê amade ne alîkariya Erdogan bikin û ne jî hikûmeta lraqê amade ye rê bide êrîşa Tirkiyeyê. Ji ber ku ew nûçeyên behsa hebûna rêkeftinekê di navbera Bexda û Enqereyê de dikin. Ji ber ku ti rastiyek tune ye ku rê bide Tirkiyeyê û êrîşê ser xaka lraqê an jî avakirina bingehên leşkerî li Herêma Kurdistanê."

Wefîq Sameray di derbarê êrişên Tirkiyeyê bi ser Çiyayê Qendîlê de jî ev tişt anîn ziman: "Êrîşkirina ser Qendîlê karekî wisa ne hêsan e. Ji ber ku navçeyeke çiyayî, asê û dûr e. Ji ber wê yekê îhtimala êrîşeke Tirkiyeyê li ser wê deverê kêm dibînim."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.