Tirkiye zixt li koçberan dike daku vegerin Sûriyeyê.
Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hêzên ewlekariya Tirk, ji Berfanbarê vir ve rê li ber bi hezaran koçberên Sûrî yên ku dixwestin derbazî Tirkiyê bibin girtine û ew şandine Îdlibê.
HRW da zanîn hin koçberên ku hewil dane di rêyên qaçax re Tirkiyê kevin, ji aliyê hêzên Tirk ve hatine birîndar kirin û kuştin.
Li gor saziya mafên mirovan ya navneteweyî, hin Sûriyên ku gihaştine Hatayê jî hatine dersînor kirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar dike ku jiber operasonên Sûriye-Rûsya yên dijî serhildayên li Îdlibê 400,000 sîvîl ji neçarî ji wê herêmê derketine û tevlî 1,300,000 sîvîlên li ber sînorê Tirkiyê dijîn bûne.
Cîgirê Dîrektorê Bernameya Rêxistina HRW'ê Gerry Simpson da zanîn ku bi sed hezarên sîvîlên Sûrî li sînor asê mane û bi bombebaranên li Sûriyê re rû bi rû mane.
Simpson bang li Yekîtiya Ewrupa (YE) kir ku Tirkiyê bo tevgerîna li gor hiqûqa koçberan hişyar bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin