Sekreterê Giştî yê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl ragihand ku niha Kerkûk weke di rewşeke baregeheke leşkerî ya rûxandî de ye û got ku rizgarbûna KKerKûkê nêzîk e.
Kosret Resûl bi boneya 27. salvegera Raperîna Kerkûkê peyamek belav kir. Resûl di peyama xwe de li ser rewşa Kerkûkê got ku Kerkûk niha di encama planên dijminan de di bin xezeba ewrên reş de ye û diyar kir ku Kerkûk niha di reşa baregeheke leşkerî ya rûxandî de ye û şaristaniya Kerkûkê hatiye jianvbirin.
Herwiha Kosret Resûl destnîşan kir ku gotina xelkê Kerkûkê ya, ‘Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye’ ne propagan de ye û got, ‘Dîrok û rewşa Kerkûkê îspat dike ku Kerkûk bajarê Kurdistanê ye. Ji ber wê yekê Kerkûk di wijdan û dilê her kurdperwerekê de bajarê Kurdistanê ye û wê her wiha jî bimîne. Rewşa ku niha Kerkûk tê de demkî ye û rizgariya Kerkûkê ya ji karesatan nêzîk e. Yekitiya Kerkûkiyan, têkoşîna wan a ji bo demokrasiyê û rijdbûna wan li ser azadiyê ji bo Kurdistanê şanazî û rûmeteke mezin e.’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin