Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) Robert Manning bi preskonferansekê ragihand ku yekîneyên Amerîkî dê ji Minbicê venekişin.
Ser pirsa ‘’Eger Tirkiye êrîşî Minbicê bike dê koalîsyona bi pêşengîya Amerîka berevanîya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bike yan na’’, Manning diyar kir ku wan bi hemî alîyan re bi awayekî eşkere gotiye hêzên Amerîkî li Minbicê ne.
Manning got: Wek hûn dizanin li Minbicê hêzên Amerîkî hene. Li Efrînê û li rojavayê Sûriyê tune ne lê Minbicê hene.
Manning da zanîn ku bo ku li wir ti pevçûn çênebin ew dê hemî tedbîran bistînin.
Berdevkê Pentagonê dîyar kir ku ser bûyerên li Sûrîyê jî ew bi awayekî aktif bi Tirkiyê re danûstandinan dikin.
Hêzên Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad ya Sûrîyê roja Yekşemê ketibûn navenda Efrînê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê berê xwe bidin Minbicê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin