Heather Nauert: Bi wan nûçeyan em gelek dilgiranin

amerîka dibêje nûçeyên talan kirina Efrînê me gelek dilgiran kirine
کوردستان TV
100%

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert diyar kir ku jiber agahîyên ji Efrînê tên ketine fikarên kûr.

Nauert got: Ser gefa êrîşkirina Artêşa Tirk û çekdarên ku Tirkiye piştgirîya dide wan, tê fehm kirin ku Efrîn, ku piranîya wê Kurd e, hatiye vala kirin.

Nauert da zanîn ku li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi sed hezaran sîvîl ji Efrînê derketine û hewcedarîya wan bi derman, xwarin û warên ku lê bimînin heye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku wan çend caran fikarên ser Efrînê ji Tirkiyê re gotine.

Nauert bi bîr xist ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hevalbenda Amerîka ye û diyar kir ku operasyona Tirkiyê bala li ser têkoşîna dijî DIŞIê belav dike.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.