Mogherini bi tundî rexne li Tirkiyeyê dike

tirkiye dixwaze şerê li Sûriyeyê bidome
کوردستان TV
100%

Dibêje Tirkiye beruvajî civaka cîhanî hewl dide.

Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên Yekîtiya Ewrûpa (YE) Federica Mogherini jiber operasiyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê rexne li Tirkiyeyê kir.

Mogherini da zanîn ku jiber bûyerên li Efrînê ketiye fikaran û bang li Tirkiyê kir pevçûnan siviktir bike.

Mogherini li Brukselê diyar kir ku civaka navneteweyî li şûna ku girjiya li Sûriyê gur bike hewil dide ku çareseriyan bibîne lê Tirkiye beruvajî civaka cîhanî hewl dide.

Karbidesta YE'ê bang li Tirkiye, Rûsya û Îranê kir ku li gor biryarên ser herêmên ewle tevbigerin û da zanîn ku ewê bûyerên nû li gor vê tevgerê pêk werin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.