Ajansa Fransî AFP, aşkera kir ku komên OSO ku girêdayî Arteşa Tirk e li Efrînê di malên sivîl û saziyan de dest bi talanê kirin.
AFP, dîmen û wêneyên talana komên OSO ku girêdayê Artêşa Tik e di Efrînê de bi aboneyên xwe re parve kir.
Mala Çavdêriya Mafên Mirovan ya Suriyê jî aşkera kir ku piştî artêşa Tirk û komên OSO’yê girtêdayê wê ketin Efrînê di dikan, mal û saziyan de dest bi talanê kirin.
Nûçegîhanê AFP’ê destnîşan dikin ku wan bixwe dît ku komên OSO ku ji aliyê artêşa Tirk ve wek serhildêr tên nîşandin li Efrînê dest bi talanêkirin. Di talanê de xwerekên di dikanan de, xir û cirên di malan û saziyan de sewalên welatiyan li pîkap, tiraktor û motorbiskilêtan bar dikir û ji bajar derdixistin.
Welatiyê ku ji AFP’ê re axivî destnîşan dike ku bi sehara rojê re komên OSO’yên ketin bajêr dest bi diziya otomobil û tiraktoran kirin. Otomobîlan li tiraktoran barkirin, dikan û malan talan kirin û ji bajêr derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin