Serok Barzanî bi minasebeta 30emîn salvegera tawana kîmyabarana bajarê Helebçe ragihand ku dewleta Iraqê berpirsiyarê ew komkujiya hane.
Serok Barzanî li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de hat: “Îro di demekê de hîna êş û azarên gelê Kurdistanê berdewam in, komkujiya Helebçe bibîr tînin, ji dil ve peyama hevsoziyê ji wan malbat û xweşewîstan ku ji ber bombebarana kîmawî li Helebçe şehîd bûn derdibirînim. Ev bone û bîranîna biêş her di dil û derûniya me de dimîne.”
Serok Barzanî nivîsiye: “Her çiqas niha partiya Beis di desthilatê nemaye jî, lê ew tawan di bin banê dewleta Iraqê de pêk hat. Ji ber vê yekê dewleta Iraqê berpirsyarê vê komkujiyê ye.”
Îro 30 sal bi ser tawana kîmyabarana bajarê Helebçe û derdora wî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve derbas dibe û ta niha qurbaniyên wê komkujiyê nehatine qerebokirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin