Urdin geştên xwe yên ji bo Kurdisanê dide destpêkirin

geştên navnetewî bo Kurdistanê dubare destpê dikin
کوردستان TV
100%

Şirketa Geştên Hewayî ya Qiraliyeta Urdunê dê geştên xwe yên hewayî di navbera Eman û bajarên Hewêr û Silêmaniyê de di destpêla meha Nîsanê de bide destpêkirin.

Şirketa Geştên Hewayî ya Qiraliyeta Urdunê bi daxuyaniyekê ku Sputnikê jî kopyayek jê bi dest xistiye ragihand ku dê geştên xwe yên diyarkirî di navbera Eman û bajarên Silêmanî û Hewlêrê de di 1ê Nîsana 2018an de dide destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "dê buhayiyên kêm bi qasî 280 dînar ji bo çûn û hatina ji û bo van herdu bajaran pêşkêş bikin û herwiha şirket dê heftane 10 geştan bo Hewlêrê û 4an bo Silêmaniyê bike."

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh talîmat dabûn ku balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê li ber firînên navdewletî vebin û diyar kiribû ku ev biryar hat dan piştî ku kontrola herdu balafiran ket destê birêveberiya federal.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.