Di encama bordimana Tirkiyeyê de 21 welatî şehîd û 40 welatiyên din jî birîndar bûn.
Balefirên artêşa Tirkiyeyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran kirin û di encamê de ta 21 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 45 sivîlan jî birîndar bûne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ji şeva bûrî ve firokeyên şer yên artêşa Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike.
Li gor hejmara qurbaniyên ku Rewangehê belge kirine, ta niha 21 welatiyên sivîl şehîd bûne ku di nava wan 5 zarok hene. Her wiha zêdetir ji 45 welatiyên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin