Berdevkê HSDê Mistefa Balî ragihand ku "Tirkiye di salvegera komkujiya Helebceyê de li Efrînê komkujiyeke nû pêk tîne û di encama bombardûmana Tirkiyeyê de zarok jî di nav de gelek sivîl heta niha hatine kuştin." Balî destnîşan kir ku ji bilî Efrînê şerên li deverên din bi biryara wan rawestiyane.
Operasyona li dijî Efrînê ket roja 56an û topbaran, bombebarana Artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bi hemû dijwariya xwe jî dewam dike. Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî li ser operasyona Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku "di encama bomebarana balafirên şer ên tirk de bi dehan zarok hatine kuştin û Tirkiye dixwaze Helebceyeke nû li Efrînê pêk bîne."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin