Mike Pence û Ebadî li ser rojeva Îraqê axifîn

behsa çend mijarên taybet bi Îraqê kirin
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokê Amerika Mike Pence û Serokwezîrê Îraqî Heyder Abadî bi rêka telefonê axifîn.

Her du rêber ser berevaniya Xiristiyan û pêkhateyên din yên olî yên li Îraq û li Rojhilata Navîn, ku rêvebiriya Trump girîngiyê dide wan, axifîn.

Pence û Ebadî derbarê maytekirina Îranê li karên navxweyî yên Îraqê û hilbijartinên meha Gulanê jî danûstandin kirin.

Her du alî diyar kirin ku bo adilbûna hilbijartinê, divê kesên ku jiber têkoşîna dijî DIŞIê ji warên xwe çûne jî beşdarî hilbijartinê bibin.

Pence, Abadî bo serkeftina dijî DIŞIê pîroz kir û da zanîn ku divê hevkarîya hêzên Îraqî, Amerîkî û hevalbendên koalîsyonê bidome.

Pence ser jinûve vebûna firîngehên Herêma Kurdistana Îraqê û dayîna hin mûçeyên wê herêmê jî razîbûna xwe got.

Her du rêberan dîyar kir ku ewê di navbera Amerîka û Îraqê de peywendîyên aborî xurttir bikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.