Hat ragihandin ku li Enbarê di encama êrişa DIŞIê de 7 leşkerên Iraqê hatine kuştin.
Ji fermandarên artêşa Iraqê Ehmed el Duleymî di derbarê vê êrişê de eşkere kir ku DIŞIê li navçeya Rûtib ya girêdayî Ramadiya Enbarê kemîn li ber leşkên Iraqê danî.
Duleymî diyar kir ku di encama vê êrişê de 7 leşkerên artêşa Iraqê û 9 çekdarên DIŞIê hatine kuştin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di Berfanbara sala borî de eşkere kiribû ku Iraq bi temamî ji DIŞIê hatiye paqijkirin. Lêbelê di serî de herêmên li rojavayê Mûsilê û li ser sînorê Iraq û Sûriyê çekdarên DIŞIê hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin