Wezîrê Berevaniya Amerîka ragihand, ku belgeyên giring di ber destê wan de hene, ku nîşan didin Îran dê destwerdanê di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de bike.
Li gor medyayên Amerîkayê, James Mattis ragihandiye, ku li gor belgeyên heyî Îran hewl dide bi dana pereyan bandorê li ser hilbijartinên parlementoya Iraqê çê bike.
Mattis herwiha bal kişandiye ser wê yekê ku Îran hewl dide bi rêya wan pereyan bandorê li ser berbijêr û dengên wan bike, lê Mattis ti hûrgiliyên din di vê warî de aşkere nekir.
Mattis diyar kir, ew wan hewlên Îranê bê sûd dibînin.
Biryar e piştî kêmtir ji 2 mehên din, di 12ê Gulana îsal de hilbijartinên parlamentoya iraqê birêve biçin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin