Amerîka disa rayedarên Tirkiyeyê direwand

Amerîka dibêje ti lihev kirinek li gel Tirkiyeyê nehatiye kirin
کوردستان TV
100%

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di derbarê Minbicê de ragihand ku wan ti rêkeftin bi Tirkiyê re nekirine.

Heather Nauert di derbarê rewşa Minbicê de axivî. Nauert ragihand ku heta niha di li ser Minbicê wan ti rêkeftin bi Tirkiyê re nekirine û diyar kir ku hevdîtinên li ser vê mijarê berdewam dikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser Efrînê jî got, ‘di destê me de agahî nîn in.’

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îdîa kiribû ku wan û Amerîkayê di derbarê Minbicê de li hev kiriye û YPG wê di bin çavdêriya herdu welatan de ji bajarê Minbicê vekişe.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.