Almanya di nava 55 rojan de 20 caran çek firotiye Tirkiyeyê

ji roja yekem ya operasiyona dijî Efrînê heta niha firotina çekdan didome
کوردستان TV
100%

Di roja yekem ya operasiyona ser Efrînê heta niha 20 car Almanya çek daye Tirkiyeyê.

Kenala fermî ya dewleta Almanî, Deutsche Welle (DW) ragihand ku Almanya ji destpêka operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê vir ve, firotina çekan ji Tirkiyê re pirtir bûye.

DW bal dişkîne ku destûrên ku di 54 rojên ji destpêbûna operasyonê vir ve hatine dayîn ji tevahiya firotinên nav sala 2017’an zêdetir e.

Di 2017’an de 14 destûrname ji firotina çekan ya bi buhayê €3.6 mîlyon ji Tirkiyê re hate dayîn û ji 20’ê Rêbendanê heya îro bu buhayê €4.4 mîlyon, 20 destûrnameyên firotina çekan ji Tirkiyê re hate dayîn.

Berevajiya van agahîyên nû, hikûmeta Almanî di meha Şubatê de ragihandibû ku wê firotina çekan ji Tirkiyê re cemidandiye.

Di nav çekên ku hatine firotin de tiving, tank, roket, maşîneyên zirxîn yên leşkerî û teknolojîya çavdêrîyê hene.

Parlamenterê Partiya Kesk, Omid Nouripour hikûmeta Almanî bi xapandina bîragiştî ya li ser wê mijarê tawanbar kir.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.