Îraq daxwaza petrola Kurdistanê nekiriye

lihev kirin li ser dosyeya petrolê gelek zehmete
کوردستان TV
100%

Parlementerekî Îraqî dibêje Bexda bi ti awayî daxwaz ji Kurdistanê nekiriye daku petrola xwe radest bike.

Parlementerê parlementoya Îraqê û endamê komîteya darayî ya parlementoya Îraqê Rehîm Deracî diyar kir ku heta niha hikûmeta Îraqê bi ti awayî daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê nekiriye daku dosyeya petrolê radestî Bexdayê bike.

Rehîm Deracî herwiha diyar kir ku vekirina balefirxaneyên Kurdistanê û şandina mûçeyên du wezaretên hikûmeta Kurdistanê jî tişteke taybet bi mafên welatiyan ve.

Deracî eşkere kir ku heta niha ti giftûgoyek derbarê dosyeya petrolê de nehatiye kirin jiber ku di dema niha de lihev kirin li ser vê dosyeya han gelek zehmete.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.