PAK: Dixwazin tiştên anîne serê ermen û rûman, bînin serê Efrînê jî

Dixwazên li ser Kurdan komkujiyeke nû bisepînin
کوردستان TV
100%

Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) bi daxuyaniyekê operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê wek "jenosîd" bi nav kir û ragihand ku "Hikûmeta İttihad Terakki û Kemalîstan di destpêka sedsala bihurî de heman tişt anî serê Ermenî û Rûman jî. Ermenî û Rûm qir kirin tirk li şûna wan bi cih kirin. Plana wan ya ji bo Efrînê jî her ev e."

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê di daxuyaniya xwe ya de ya ku kopyayeke wê ji Sputnik Kurdistanê re şand û tê de got ku "Efrîn di bin xetera jenosîdê de ye" û wiha dewam kir: Hêzên Dewleta Tirkîyeyê piştî 50 rojên şerî, bajarê Efrînê dorpêç kirîye. Ava vexwarinê ya ku diçe bajêr qut kiriye, depoyên xwarinê, firinên nanpêjî bombardûman kirîye. Li nexweşxaneyan derman nemane, bi hezaran birîndar li benda alîkarîya cerahî ne. Efrîn bi 850 hezar Kurdên xwe di bin xeteriya qirbûnê de ye."

Herwiha PAK îdîa kir ku Tirkiye hewl dide ku "etnîsîtêya kurdan qir bike" û gotinên Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirimî bi bîr anîn ku gotibû "Piştî paqijkirina Efrînê ew ê 350 hezar erebên Sûriyê bibin li Efrînê bi cî bikin" û wiha got: "Ev beyan îlankirina biryara jenosîdê ye. Di vî warî de sabiqa Tirkiyê giran e; Hikûmeta İttihad Terakki û Kemalîstan di destpêka sedsala bihurî de heman tişt anîye serê Ermenî û Rûman jî. Ermenî û Rûm qir kirin, ji gund û bajarên wan derxistin û di dewsa wan de tirk bi cih kirin. Plana wan ya ji bo Efrînê jî her ev e. "

Di berdewamiya daxuayniyê de PAKê got ku "Tirkiye dê qîma xwe bi Efrînê tenê neyêne" û  wiha dewam kir: "Piştî Efrînê ew ê berê xwe bide Minbîçê, Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşloyê…"

PAK Rûsyayê, DYA, Yekîtiya Ewrûpa, Fransa tawanbar kirin ku "çavên xwe li ser êrîşên Tirkiyeyê digirin" û bangî raya giştî ya Ewropa û cîhanê kir ku "nebin şirîkên bêdengiyê û dengê xwe bilind bikin da ku kurd neyên qirkirin."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.