Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Şahoz Hesen, diyar kir ku Tirkiye dixwaze herdu parçeyên din ên Kurdistanê jî dagir bike û ji Efrînê heta Kerkûkê her derê bixe bin hukmê xwe.
Şahoz Hesenê ku ev du roj in bi seredanekê li Herêma Kurdistanê ye li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û behsa xetera li ser Efrînê û armanca operasyona Tirkiyê kir.
Hevserokê PYDê ku li şûna Salih Muslim hat hilbijartin, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanca Tirkiyê û got: “Armanca Tirkiyê bi operasyona li ser Efrînê dagirkerî ye. Ew dixwaze xelkê Efrînê ji bajarên wan derxe. Ew dixwazin li Efrînê guherîneke demografîk bikin.”
Herwiha bal kişand ser axaftinên rayedarên Tirkiyê jî û wiha dewam kir:
“Tirkiye dixwaze herdu parçeyên din ên Kurdistanê jî dagir bike û ji Efrînê heta Kerkûkê her derê bixe bin hukmê xwe. Berpirsên bala yên Tirkiyê her roj gotinên wisa bi eşkereyî dikin. Ev planek e û dixwazin herdu parçeyên din jî dagir bikin. Li hemberî vê jî berxwedaneke mezin heye. Ev ne tenê berxwedana YPG û xelkê Efrînê ye, ya hemû Kurdistanê ye.”
Wek din anî ziman ku rewşa Kobanê û Cizîrê ji Efrînê cudatir e û heta tifaqeke navneteweyî çênebe Tirkiye nikare êrişî wan deran bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin