Bazên Zagrosê pasdarekî Îranî kuştin

li devera Mêrgeverê hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

 

Endamekî xwecihî yê Spaha Pasdaran a Hikûmeta Îranê, li devera Mirgewe a bajarê Urmiyê de hate kuştin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 22`ê Reşemehê endamekî xwecihî yê Spaha Pasdaran yê bi navê “Mamil Pûrmihemedî” xelkê gundê “Bawan” a girêdayî devera Mirgewer a bajarê Urmiyê ji aliyê “Bazên Zagros”ê ve hate kuştin.

“Bazên Zagros”ê kuştina wî endamê Sapaha Pasdaran girte stûyê xwe.

Her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî 8`ê Reşemehê, endamekî din yê Sapah Pasdaran yê bi navê, “Elî Qadirî” li ser riya di navbera bajarên Bane -Seqizê jî hatibûn kuştin, û “Bazên Zagros”ê di daxuyaniyekê de kuştina wî endamê Spaha Pasdaran digre stûyê xwe.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.