Fîzîkzanên navdar wefat kir

bi teoriyên xwe gelek tişt zelal kiribû
کوردستان TV
100%

Fîzîkvanê navdar ê Îngîlîz Stephen Hawking di 76 saliya xwe de wek stêrka zanistê ji asîmanê zanistê xuricî.

Mirina fîzîkvanê navdar Stephen Hawking ji aliyê zarokên wî Lucy, Timothy û Robert ve hat ragihandin. Zarokên Hawkîng di daxuyaniya xwe de gotin: "Me bavê xwe yê dilovan winda kir. Em pir xemgîn in. Mirovekî zanist bû, xebat û mirada wî dê bi salan dewam bike."

Mirovê zanist Hawking bi xebatên xwe yên berfireh ên li ser qulên reş û fîzîka kuantumê dihat naskirin.

Stephen Hawking dema li Zanîngeha Cambridgeyê şagirt bû bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ketibû û nikaribû organên laşê xwe bikar bîne, bi sîstemeke compîterê ku ji bo wî hatibû çêkirin pêwendî dikir.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.