Bi helkefta ku di roja 14.03. 2018'an de(115) sal di ser rojbûna Barzaniyê nemir derbas dibe, nizanim çi bibêjim..?! Ji ber ku ew ji pesnê min mezintir e..
Tişta ku ez dizanim û bîr û baweriya min pê tê ev e: Barzanî semyanekî sembolî ye ji netew û niştimaniya kurdî re, ji ramanên kurdî yên pêşverû re.. Ta radeyekê ku hêjî pêdiviya me bi kesên mîna wî heye, her û her wê hebe û wê navê wî wek semyan ji niştimanperwerên kurdan re bimîne..
Li ser rêbaz û pêvajoya wî a piroz û bi ronahî, wê gelê kurd karibe ji xwe re hêviyên bilind û berfireh ava bike..
Ew rêbaz û pêvajoya ku ji kurdan re bûye jêderek bingehîn. Tevî ez ne di wê baweriyê de me ku rojên derbasbûyî, rojên îroyîn û pêşerojê li terazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di rêbaz û serboreya Barzaniyê nemir de heye, ji kurdan re gelekî giring û pêwîst e.. Û her wiha ez ne bawerim ku mirovên kurd wê karibin pêşkevin, biserkevin û tiştekî nû ji xwe re pêk bînin bêyî rêbaza wî...
Ma wê çi bihayê nirixandina zinarekî hebe ji çiyakî bilind re wek Barzanî..?!
Barzanî, çiyayek bû ji çiyayên Kurdistanê, çiyayekî bi dar û ber bû, bi çem û cobar bû, bi gelî û newal bû, çiyakî poz bilind û bi heybet û saw bû..
Rojekê ji rojan, ev çiya ji cihê xwe nehat hejandin, ne pêşberî bahozên dijwar û ne bablîsokên gur û tund...
Wek min got; Barzanî Çiyayek bû û çiya namirin, Barzanî jî namir e, her wê di hiş û ramanên kurdan de zindî bimîne..
Vê paşiyê ji ber mezinbûn û giringiya navê wî, di nav gelê kurd û cîhanê de, dewleteke wek Amerîka ku ji mezitirîn dewletên cîhanê ye, navendek di zankoya Washington de bi navê (Mele Mustefa Barzanî) damezirandiye, bi merema ku Barzanî yek ji wan kesaye, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerc kirine.. Ew jî mîna Nelson Mandêla, Şaril Dîgol û Corc Waşinton e...
Belê Barzanî mezintir e ku ez şabaş û pesnê wî bidim û wî binirxînim.. Barzanî çiyayek bû, navê wî wek navê çiyayekî di nav gelê Kurdistanê de, bi bilindbûn, heybet û asêbûna xwe ve hatiye naskirin.. Çendî çerx û dewran di ser vî çiyayî re derbas bin, kes nikare vî çiyayî ji cihê wî bilivîne..
Erê Barzanî semyanekî sembolî ye ji tevî gelê Kurdistanê re. Di vê bîranînê de, ez nave wî re temene û xûz dibim û navê tev şehîdên azadî û xaka Kurdistanê re.
Konê Reş
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin