Li Diyarbekirê teqîn: Kesek mir û 4 kes birîndar bûn

welatiyek canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Li Diyarbekirê di kargehe ku hilberîna balonan dikir de tupê ji gaza helyumu tijî teqiya û kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya navendî ya Rezan di dikaneke nêzîkî Girtîgehê de  nîvro teqîneke bi dengeke şîd çê bû. Camên gelek xanî û kargehên li nêzîkî cihê bûyerê bûn şkestin. Teqîn li gelek deverên bajêr hat bihîstin.

Li gorî ragihandina Rêveberê Ewlekariya Bajêr Tacetîn Aslan, destûra kargehê tune bûye ku wî karî bike. Derbarê bûyerê de lêpirsin didome.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.