Sed Hedîsî : Hewlêr û Bexda bo çareserkirina pirsgirêkan nêzî lihev kirinê ne

iraq dibêje li gel Kurdistanê nêzî lihev kirinê bûne
کوردستان TV
100%


  Peyvdarê Hikûmeta Îraqê Sed Hedîsî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku, Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna wan de, ji dan a mûçe û vekirina balefirgehan nêzîk bûn e.

Ev yek jî piştî wê yekê tê ku, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû, dê beriya Newrozê mûçe bêne şandin û balafirgeh jî, dê bêne vekirin.

Ji aliyê xwe ve,  Kazim 'Uqabî Serokê Desteya  dergehên sînorî yên Iraqê ragihandiye ku, ji sedî not pirsgirêkên dergehên sînorî ligel Herêma Kurdistanê çareser bûn e û amaje bi wê yekê kir ku, bersiveke erênî ji Hikûmeta Kurdistanê wergirtiye, ji bo xistina tevahiya dergehan, jêr kontrola Hikûmeta Federal de.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.