Polîsek bi tohmeta 'propogandaya serxwebûna Kurdistanê' bi êşkenceyê hat kuştin.
polîsekî ereb ê ji herêma Nînewayê bi tohmeta "propogandaya serxwebûna Kurdistanê" ji ber êşkenceya Artêşa Iraqê hatiye kuştin.
Berdevkê Komegeha Eşîrên Erebî yên li Nînewyaê Mezahim el Hiwêt daxuyaniyek da û tê de got ku" welatiyên bi navê Xalid Ehmed Mihemed el Cihêşî yê ji gundê Birxiliyê yê girêdayî navçeya Eyazeya qezaya Tileferê ji ber êşkenceya zêde li ser destê efserekî îstîxbarata lîwaya 15an ye bi navê Îhab ku ji xelkê Nasiriyeyê ye".
Hiwêtî diyar kiriye ku "El-Cihêşî li gel du kesên ji qereqola gundî berî çend rojan ji aliya lîwaya 73an, liqa 15an a Artêşa Iraqê ve hatibûn desteserkirin."
Di berdewamiya axiftina xwe de got: "Ew polîsekî navçeya Rebîayê bû lê wê hêzê bi tohmeta ku ji bo hêza Asayîşê(Hêzên Ewlekariya Kurdî) wek çavkanî dixebite û propogndaya referandûma 25ê Îlonê ya li Kurdistanê dike."
Herwiha El-Hiwêt bangî civaka navdewletî, hevpeymaniya navdewletî û saziyên mafên mirovan kir ku rê li ber êşkencekirin û binpêkirina mafên mirovan rawestîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin