Artêşa Tirkiyê îdîa kir ku wan bajarokê Cindirêsê bi temamî kontrol kiriye, lêbelê heta niha ev ye nehatiye piştrastkirin.
Ajansa nûçeya ya fermî ya Tirkiyê nûçeyeke li ser şer û pevçûnên li Efrînê belav kir û îdîa kir ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên li gel Cindirêsa Efrînê bi temamî kontrol kirine û şer û pevçûnên li derdora wî bajarokî berdewam dikin.
Rewangeha Mafên Mirovna ya Sûriyê jî ku navenda wê li Londonê ye, di derbarê şer û pevçûnên li Cindirêsê tekez kir ku ew bajarok rastî êrişên tund ên artêşa Tirkiyê û çekdarên li gel wê hat û li bejahî û esmanî ew bajarok tê topbarankirin û bordûmankirin.
Li gor zanyariyên wê rewangehê 17 leşker û çekdarên ser bi Tirkiyê ve di pevçûnên li Cindirisê hatine kuştin.
YPGê heta niha di derbarê Cindirêsê de daxuyaniyek nedaye û şer û pevçûnên dij ên li wê herêmê berdewam dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin