103 deşt û zozanên bajarê Wanê hatin qedexekirin

zextên dewleta tirkiyeyê li ser Kurdan didomin
کوردستان TV
100%

Walîtiya bajarê Wanê daxuyand ku li giştiyê bajarê Wanê bikaranîna 103 deşt û zozanan ji bo bikaranîna gel û koçeran hatine qedexekirin.

Li bajarê Wanê ya Tirkiyeyê rêbazên bikaranîna deşt û zozanan ji aliyê walîtiyê ve ji nû ve hatin verastkirin. Li bajêr 561 deşt û zozan ji gel re hatin vekirin, 103 deşt û zozan jî ji gel û koçeran re hatin qedexekirin.

Walîtiya Wanê daxuyand ku 103 zozan û deştên bajarê Wanê wek ‘herêmên ewlehiyên demkî yên leşkerî' hatine îlankirin û ji bo bikaranîna gel û koçberan hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku kesên li gor biryarên qedexeyan tevnegerin wê derbarê wan de lêpirsîn bên destpêkirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.