Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un got ku ger ew û Serokê Amerîkî Donald Trump hevdîtinekê bikin, dibe ku "serketinên girîng," peyda bin.
Kim Eui-kyeom, berdevkê Seroktiya Koreya Bakur îro Înê ragihand ku Kim encamên erênî ji hevdîtinê dipê.
Berpirsê Koreya Başûrî Chung Eui-yong, peyama Kim gîhandi Trump û wî jî geşbînîya xwe dîyar kiribû û gotibû ku ew di demeke herî kin de dixwaze dest bi dîyalogê bi Kim re bike.
Chung ji Trump re got: Divê em ji şaşitîyên berê dûr bisekinin. Ez bi hêvî me ku Amerîka vê pêşnîyarê bipejirîne û dest ji derfeta heyî bernede.
Chung pesna Trump da ku bi awayekî gelek erênî pêşwazî li îhtîmala destpêkirina dîalogê bi Koreya Bakur kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin