Almanya: Operasyona Tirkiyê ya dijî Efrîne ne berevaniya rewa ye

Almanya dibêje mafê tirkiyeyê tuneye êrîşî ser efrînê bike
کوردستان TV
100%


Darîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal ya Almanya dîyar kir ku operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê ne li gor hiqûqa navdewletî ye.

Medya Almanya da zanîn ku Daîreya Xizmetên Zanistî di belgeyekê de dîyar kiriye ku bo berevanîya rêwa ya Tirkiyê, dijî wê ti êrîşên berçav nehatine kirin.’’

Neteweyên Yekbûyî (NY), dix ala 51’an de diyar dike ku ‘’Eger dijî endamekî NY’ê êrîşeke çekdarî pêk were, mafê wê yê xweparastinê heye’’

Tirkiye îdia dike ku di operasyona dijî Efrînê de, li gor xala 51’an berevaniya rewa dike.

Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal da zanîn ku Tirkiye bi awayekî eşkere nabêje ku bi kîjan êrîşa çekdarî dest bi berevaniya rêwa kiriye.

Li gor belgeyê, Almanya bang li hevalbendên NATO dike ku ji Tirkîye bo berevaniya rêwa, delîlên berçav bixwaze.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.