Li bajarê Parisê yê paytexta Fransayê piştgiriya ji bo ‘Tribunala Navdewletî' ya ku dewleta tirk dê ji ber tawanên şer û li dijî mirovahiyê lê were darizandin, zêde dike.
Dadgeha Tribunalê ya Navdewletî di navbera 15-16ê Adarê de dê li avahiya Borsaya Xebatê (Bourse de Travail) were lidarxistin. Ev dadgeh ji nêzikî 40 saziyên navdewletî û 300 kesan piştgiriyê digire û dê ji aliyê 7 dadgeran ve, ku xwediyê rewatiyeke exlaqî ne, were birêvebirin.
Ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi dehan kes dê li vê dadgehê şahidiyê bikin û bi taybetî dê tawanên ku di serdema desthilatiya AKPê de û rola dewletê ya di qetilkirina 3 jinên kurd yên şoreşger de, ku di 9ê Rêbendana 2013an de li Parisê hatibûn qetilkirin, werin darizandin.
Ev dadgeh di înisiyatîfa Komeleya Dadgerên Demokrat yên Navdewletî, Komeleya Dadgerên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovî, komeleya hiqûqnasên bi navenda Almanyayê MAF-DAD û Enstîtuya Kurdî ya Brukselê de hat avakirin.
Dadgeha Tribunalê ya Navdewletî an jî Dadgeha Gel ya Mayînde dadgeheke ûjdanî ye û cara pêşîn di 24ê Hezîrana 1979an de li Bolognayê hat avakirin. Wekî model Dadgeha Russel ya ku ji aliyê Bertnard Russel û Jea-Paul Stare ve ji bo darizandina tawanên Amerîkayê yên li Vietnamê hatibû damezirandin, ji xwe re esas digire. Dadgeha Xelkê ya Mayînde rewatiya xwe dispêrê wan deklarasyonên ku ji aliyê saziyên cuda yên ji bo mafên gelan ve hatiye qebûlkirin. Di çarçoveya tawanên li dijî gelan de dema ku ti saziyên darazê yên navdewletî kare darizandinê nake û dema ku mîsogeriya serbixwebûn û bêalîbûnê nadin, Dadgeha Xelkê ya Mayînde wekî dadgeheke rewa derdikeve holê.
Li dadgeha li Parisê bersûcê sereke dê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan be. Gelek rayedarên din yên hikûmetê, fermandarên artêşê û serokê rêxistina îstixbaratê ya tirk jî wê di nav kesên dê werin darizandin de cih bigirin. Dadgeh piştî 2 mehan, yanê dê di meha Gulanê de biryara xw eşkere bike. Ji bo vê yekê jî li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê wê civîneke çapemeniyê were lidarxistin.
Darizandina li dadgeha Tribunalê heta 2 rojan dê li ser înternetê jî bi awayekî zindî were temaşekirin. Ji bo dadgeha ku tê payîn bi sedan kes beşdar bibin, ji niha ve gelek kesan bi peyaman piştgirî dayê malpera înternetê ya Tribunalê bi xwe (http://tribunal-turquie-kurdes.org) û qenala wê ya YouTube heye. Herwisa li ser torên medayaya sivîl yên wekî Facebookê hat aktîfkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin